Felaketa Erdhejê | Hejmara mirinan gihîst 32 hezar kesan
PeyamaKurd – Di encama felaketa erdhejê ku 6ê Sibatê li du navçeyên Pazarcix û Elbistan ên bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê rû daye de, heta niha hejmara mirinên hatiye tespîtkirin gihîştiye nêzî 32 hezar kesan.
Serokatiya Rewşên Lezgîn û Afatan a Tirkiyeyê (AFAD) îro 14ê Sibatê eşkere kir ku li gor demjimêr 13:30 hejmara welatiyên ku di erdhejê de can dane gihîştiye 31 hezar û 974 kesan.
Herwiha erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 ên Mereşê xisar û ziyaneke mezin a canî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi taybet li herêma Efrînê bi xwe re aniye ku hejmara mirinan li wan herêman jî 6 hezaran derbas kiriye.
Cenazeyên qurbaniyên erdhejê li Semsûr, Mereş û Hatayê bi komî têne veşartin ku hîn jî bi hezaran cenaze li erdê ne yan jî ji bin kavilan nehatine derxistin.
Di serî de li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê hin deverên din ên erdhejê bandor kiriye, xelk bertekên tund nîşan didin û dibêjin, saziyên pêwendîdar ên hikûmetê heta 3 rojan ku avahîyên wan kavil bûbûn û qurbaniyên bin kavilan sax bûn bi hawara wan ve neçûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin