Hejmara mirinên tomarkirî yên felaketa erdhejê hat eskere kirin: 47 hezar û 932 kes
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, li bajarê Meletiyê li Navenda Kordînasyona Afetê ragihand ku heta niha hejmara mirinên redhejên 6ê Sibatê yên li nifûsê hatine tomarkirin 47 hezar û 932 kes in.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê diyar kir ku ji 47 hezar û 932 kesên di erdhejan de can dane, 6 hezar û 265 kes biyanî ne ango penaberên Sûrî ne.
Herwiha Soylu daye xuyakirin ku heta niha 3 hezar û 247 konteyner hatine danîn û belavkirina çadiran jî dewam dike.
Hêjayî gotinê ye, li gorî çavkaniyên ji herêmên erdhejê cenazeyên bi hezaran welatîyan bêyî ku navên wan bên tomarkirin bi xakê hatine spartin ku tê texmînkirin hejmara mirinan ji 50 hezar kesan gelekî zêdetir e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin