Japonya | Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 203yan
PeyamaKurd – Hejmara kesên ku di erdhejên ku li eyaleta Işikawa ya li rojavayê Japonyayê û li peravên Nîvgirava Noto ya vê herêmê pêk hatin de jiyana xwe ji dest dan derket 203yan.
Di daxuyaniya Walîtiya Eyaleta Işikawayê de hat ragihandin ku di erdhejên ku di hefteya ewil a Çileyê de pêk hatin de hejmara miriyan derket 203yan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li seranserê eyaletê li 22 herêmên cuda bi tevahî 26 hezar kes li 400 xalên tehliyeyê mane û 3 hezar û 100 kes jî ji ber girtina rêyan asê mane.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li tevahiya herêmê 566 kesên ku ji ber erdhejê birînên curbecur hatine dermankirin û hat parvekirin ku aqûbeta 68 kesên ku agahî jê nayê girtin jî tê dîtin.
Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Kihara Minoru di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 6 hezar û 300 personelên Hêzên Erka Xweparastinê li herêmê beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne.
Hat diyarkirin ku li Nîvgirava Notoyê ku germahiya hewayê derdora 3 pile bû xebatên lêgerîn û xilaskirinê bênavber dewam dikin.
Li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) di navbera 1-5ê Çileyê de li Nîvgirava Noto û li peravên Îşikawayê gelek erdhejên bi lerza 5-7an pêk hatin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin