Di erdhejê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 894an
PeyamaKurd – Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Oktay ragihand, di erdhejên navenda Mereşê de 5 hezar û 894 kesan jiyana xwe ji dest dane û 34 hezar û 810 kes jî birîndar bûne.
Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Oktay têkildarî erdhejên li Mereşê daxuyanî da.
Oktay da zanîn ku di erdhejê de 5 hezar û 894 kesan jiyana xwe ji dest dane û 34 hezar û 810 kes jî birîndar bûne û wiha got:
“Em sewqiyata ekîbên xwe ji hewayê bi taybet Adiyaman, Hatay û Kahramanmaraşê didomînin. Niha şert û mercên hewayê destûrê dide.
Cihên ku nexweşxaneya meydanî lê hatiye avakirin hene. Di derbarê stargehê de jî dixwazim van tiştan bînim ziman, li herêmên felaketê bajarên kon tên avakirin. Me giranî da ser belavkirina çadir û betaniyan. 451 hezar û 880 kes hewcedariyên xwe yên razan û xwarinê yên li wargehan pêk tînin.
Tu rêyên me yên girtî tunenin ku ji bo alîkariya me ya lojîstîkî ya ji bo herêma felaketê bibe sedema tengasiyê.
Piştî erdhejê Tabûrên Rizgarkirina Afata Sirûştî ya TSKê sewqî Hatay, Meletî, Osmaniye û Kahramanmaraşê hatin kirin. Ji bo piştgiriyê bidin xebatê komando jî şandin herêma erdhejê.
Welatiyên ji herêma erdhejê hatin rizgarkirin bi balefirên ambûlansên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê birin Enqere û Stenbolê û hatin dermankirin. Balafiran ji bo sewqiyata personel û alavên ku bi rakirina birîndaran sewqî herêmê bibin bê rawestan xebitîn.
Welatiyên ji erdhejê zerar dîtine li baregeha 2yemîn Fermandariya Artêşê tên pêşwazîkirin.
Balafirên girêdayî Fermandariya Hêzên Esmanî bênavber gihandina pêdiviyên herêma erdhejê û welatiyên birîndar ên ji herêma erdhejê didomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin