COVID-19 | Hejmara pêketiyan 92 hezaran derbas kir, ya mirinan gihîst nêzî 3 hezaran
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro 19ê Mijdarê ya rewşa vîrusa koronayê de ragihand, di nav 24 demjimêrên borî de 530 kesên din Covid-19)ketine û 21 kes jî pê mirine.
Wezareta Tendirustiyê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 530 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku ji wan 154 kes li Hewlêrê, 127 kes li Silêmaniyê, 183 kes li Duhokê, 20 kes li Helebceyê, 39 kes li Germiyanê, 7 kes li Raperînê ne.
21 kesên can dane jî 3 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 4 kes li Helebce, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.
Wezareta da zanîn, 24 demjimêran de 329 kes jî ji nexweşiya koronayê baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyan gihîşt 92 hezar û 10 kesan, ya mirinan bû 2 hezar û 934 kes û hejmara kesên baş bûne jî li Herêma Kurdistanê gihîşt 56 hezar û 647 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin