Hejmara pêketiyên Covid-19 86 hezaran derbas kir, zêdetirî 53 hezar kes jî bas bûne
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 11ê Mijdarê ya li ser rewşa dawî ya nexweşiya vîrusa koronaya nû Covid-19 de ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 772 kesên din pê ketine û 22 kes jî mirine.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê hatiye diyarkirin, ji 772 pêketiyên nû yên koronayê 77 kes li Hewlêrê, 213 kes li Silêmaniyê, 41 kes li Germiyanê, 6 kes li Raperînê, 415 kes li Duhokê û 20 kes li Helebceyê ne.
Herwiha 22 kesên can dane jî 3 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Germiyanê, 3 kes li Raperînê, 4 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê ne.
Li gorî daxuyaniyê di 24 saetên borî de 212 nexweşên Covid-19 baş bûne ku ew jî 94 kes li Hewlêrê, 23 kes li Silêmaniyê, 33 kes li Germiyanê, 45 kes li Duhokê û 17 kes li Helebceyê ne.
Bi van hejmarên dawî re li herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 86 hezar û 600 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 731 kes û heta niha 53 hezar 576 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin