NY: Hejmara koçberên Xezayê 338 hezaran derbas kir

12 October 2023 18:21 0 dîtin
NY: Hejmara koçberên Xezayê 338 hezaran derbas kir

PeyamaKurd – Şerê navbera komên çekdarên Filîstînê û artêşa Îsraîlê piştî êrîşên 7ê Cotmehê yên Hamasê berdewam dike.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku heta niha zêdetirî 338 hezar niştecihên Xezayê koçber bûne ku serjimariya Xezayê tê texmînkirin bi qasî 2 milyonan e.

Ji 7ê Cotmehê ve, hejmara kuştiyên îsraîlî gihîştiye zêdetirî hezar û dused kesan û herwiha di bombebaranên Xezayê de jî hejmara kuştiyan ji hezar û 200 kesan û birîndaran jî ji herdu aliyan gihîştiye 8 hezar kesan.

Neteweyên Yekbûyî (NY) îro 12ê Cotmehê bi daxuyaniyekê ragihand, zêdetirî 338 hezar kesên li Xezayê ji ber bombebaranê terka cihên xwe dane.

Hêjayî gotinê ye, Îsraîlê dorpêça xurek, av û sotemeniyê li Xezayê daniye û ji bo derketina ji Xezayê jî tenê deriyê Refahê yê Misrê vekiriye.