NY: Hejmara koçberên serê Sûdanê 7 milyon kesan derbas kir
PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê şerê navxwe yê Sûdanê û krîzên mirovî de daxuyaniyek belav kir û ragihand, ji ber şerê berdewam ê li Sudanê 7,1 mîlyon kes ji cih û warên xwe koçber bûne.
Di demeke ku li Sûdanê, li paytext Xartûm û derdora wê, li 10 eyaletên rojava û başûr-rojavayê welêt di navbera Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) û artêşê de pevçûn berdewam dikin de, karesateke mirovî jî rû daye.
HDKê ji sedî 90ê Xartûmê xistiye kontrola xwe, lê şerê li sê paytextên eyaletên Xartûm, Bahrî û Umdurmanê hê jî didome.
Neteweyên Yekbûyî ragihand, pevçûnên ku di meha Nîsanê de li Sûdanê di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez de derketine bûye sedema koçberbûna 7,1 mîlyon kesan. NY ev wekî mezintirîn krîza ji awarebûna li cîhanê pênaser kir.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got, ji ber pevçûnên dawî yên li navenda welêt 300 hezar kes neçar mane koç bikin û hejmara kesên ku ji ber van operasyonên nû ji cih û warên xwe bûne derketiye 7,1 milyon kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin