Di serê li Sûdanê de 2,8 milyon kes ji ser warên xwe rabûn û koç kirin
PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku ji ber şerê navxwe yê li Sûdanê 2,8 milyon kes ji ser cîh û warên xwe koç kirine. Di nava wan de 2,2 milyon kes di nav welat de û 615 hezar jî derbasê derveyê welat yên cîran bûne. Li Sûdanê di 11 mehan de 15 mirovên ku xebatkarên alîkariya mirovîne, jiyana xwe ji dest dane. Bi sedema şerê navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Destekê yên Lezgîn de heya niha 1.133 kes hatin kuştin.
Rêjeyên li jor yên ofîsa koordinasyona karên mirovî yên Neteweyên Yekgitî (OCHA) ne ku ji 15 ê Nîsanê heya niha encam dane. Tevî temamên zahmetiyan heya niha NY alîkarî gihandiye 2,5 milyon kesên mexdûr.
Generalê artêşa Sûdanê Abdulfettah el-Burhan û fermandarê HDL Muhammed Hamdan Dagalu ji bo roja yekem ya cejna Qurbanê agirbesê ragihandibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin