NY hejmara kustî, birîndar û koçberên serê li Lubnanê eskere kir

10 October 2024 19:13 0 dîtin
NY hejmara kustî, birîndar û koçberên serê li Lubnanê eskere kir

PeyamaKurd - Ofîsa Hemahengiyê ya Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekbûyî (NY) ragihand, di encama şerê ji 23yê Îlonê ve li Lubnanê dest pê kiriye de, 2 hezar û 83 kes hatine kuştin, 9 hezar û 869 jî birîndar bûne.

Ofîsa NY diyar kir ku 608 hezar û 509 kes koçber bûne ku ji wan 180 hezar û 700 bê cih û war in.

Li gorî daxuyaniyê, li Lubnanê rewşa mirovî bi aloziyê re rû bi rû ye, êrîşên hewayî yên Îsraîlê zêdetir dibin û herêmên ewle jî didin ber xwe.

Kordînatora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Lubnanê, Jeanine Hennis Plasschaert, di civîna rojnamevanî de got: "Lubnan rûbirûyî nakokî û krîzeke mirovî ya di asata rêjeya felaketê de ye".