Libya | Hejmara kustî û birîndarên serê Terablûsê zêde dibe: 23 kustî, 140 birîndar

28 August 2022 10:27 0 dîtin
Libya | Hejmara kustî û birîndarên serê Terablûsê zêde dibe: 23 kustî, 140 birîndar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmara kuştî û birîndarên şerê li Terablus a Libyayê yê du roj in dewam dike, gihîştiye 163 kesan.

Piştî demeke dirêje li bajarê Terablusê ê rojavayê Libyayê di navbera hêzên herdu hikûmetên Libyayê de ji nû ve şer rû daye ku li gorî zanyariyên dawî, heta niha 23 kes hatine kuştin û 140 kes jî birîndar bûne.

Serokê Hikûmeta Yekîtiya Niştîmanî ya Lîbyayê Ebdulhemîd Dibeybe, serdana hêzên xwe li Terablusê kir û ragihand, take rê ji bo çareserkirina krîzên Libyayê hilbijartin in û da zanîn, ew ê berevaniya Terablusê bikin ji ber ku dema darbeyan derbas bûye.

Li Libyayê du hikûmet hene ku yek jî bi serokatiya Ebdulhemîd Debeybe ye û berî sal û nîvê bi rêkeftineke siyasî hatiye avakirin.

Hikûmeta duyem jî ya bi serokatiya Fethî Başaxa ye ku di meha Sibatê de ji aliyê parlemanê ve hatiye diyarkirin û di meha Adarê de bawerî bi dest xistiye ku hêzên hikûmeta din nehiştin derbasî Terablusê bibe û tenê li bajarê Sirteyê serwer e.