Hejmara kustî û birîndarên êrîsa Babê 50 kesan derbas kir

19 August 2022 18:21 0 dîtin
Hejmara kustî û birîndarên êrîsa Babê 50 kesan derbas kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro înê 19ê Tebaxê hêzên artêşa rejîma Sûriyê bazareke bajarê Babê yê li rojhilatê Helebê ku di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdarên opozîsyonê de ye, topbaran kir û di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn.

Li gorî zanyariyên dawî yên ji herêmê hatine, herî kêm 14 kes di topbaranê de hatine kuştin û herî kêm 38 kes jî birîndar bûne. Çavkanî diyar dikin ku artêşa Sûriyê bi fuzeyan ew êrîşa ser bazara Babê pêk aniye ku ziyaneke mezin a madî jî bi xwe re aniye.

Di medya Tirk de ji êrîşa ser Babê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hat tohmetbarkirin, lê Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ti têkiliya wan hêzên wan bi topbarana îro ya ser bajarê Babê nîne.

Ferhad Şamî got: “Me bi rêya dezgehên çapemeniyê agahî wergirtin ku vê sibehê bajarê Babê hate hedefgirtin. Em piştrast dikin ku ti têkiliya hêzên me bi vê yekê re ne bi awayekî yekser ne jî bi awayekî neyekser tune ye. Hhemû operasyonên hêzên me li dijî Tirkiyê û çekdarên wê ne û bi rêya daxuyaniyên nivîskî û dîmenan ji raya giştî re radigihînin.”