Hejmara kustî û birîndarên protestoyên Rojhilatê Kurdistanê zêde dibe
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyên j Rojhilatê Kurdistanê, ji roja yekem a xwepêşandanan ve 22 kesan di encama êrîşên hêzên Îranê de can daye û 733 kes jî birîndar bûne ku heta niha navên 15 kesên hatine kuştin eşkere bûye.
Piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên Îranê ve li Tehranê, Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê ji bo 19ê Îlonê banga grev û xwepêşandanan li dijî rejîma Îranê kiribû ku protestoyên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê heta niha jî berdewam dikin û gihîştine asta serhildanê.
Piştî banga Navenda Hevkariyê roja duşemê, li 24 bajarên Rojhilatê Kurdistanê grev hatin kirin û êvarê jî li 13 bajaran xwepêşandan hatin kirin ku rastî êrîş û destwerdanên tund ên hêzên Îranê hatin.
Xwepêşandanan li 14 bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam kir û li 8 bajaran jî hêzên Îranê gule bi ser xelkê de reşandin û bûn sedema kuştin û birîndarkirina xwepêşanderan.
Li gorî zanyariyên dawî di xwepêşandanên çend roj in berdewam dikin de, herî kêm 22 kes li Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê hatine kuştin. Herî kêm 733 kes jî birîndar bûne ku nêzîkî hezar kes jî hatine binçavkirin.
Herwiha li gorî hinek çavkaniyan jî di xwepêşandanên li seranserê Îranê de heta niha 31 kes hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin