NY: Hejmara kustî û birîndarên sivîl li Ûkraynayê zêde dibe
PeyamaKurd - Ofîsa Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro 25ê Sibatê di roja duyem a êrîşa Rûsyayê de eşkere kir, li gorî raporên digihîjin wan hejmara kuştî û birîndarên sivîl zêde dibin.
Berdevka ofîsa NY Ravina Shamdasani ragihand, karmendên wan heya niha herî kêm 127 qurbanîyên sivîl piştrast kirine ku ji wan 25 kes hatine kuştin û 102 kes jî birîndar bûne.
Shamdasani da zanîn ku ew kesên sivîl bi giştî bûne qurbanê topbaran û êrîşên asmanî û hişyarî da hejmar dibe zêdetir bibe.
Herwiha hat gotin ku Ofîsa mafên mirovan ji gelek girtinên kêfî yên xwepêşanderên aştîparêz yên Pêncşemê li Rûsyayê nerazî ye ku zêdetirî 1.800 xwepêşander hatine girtin û hîn nediyar e çend kes hatine berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin