Afxanîstan: Hejmara miriyan, ji 2 hezaran derbas bû
PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karesatên Xwezayî ya Afxanîstanê ve hat ragihandin ku hejmara miriyên di erdheja ku duh li eyaleta Heratê ya Afxanîstanê çêbû de gihîşt 2 hezaran.
Berdevkê Wezareta Karesatên Xwezayî ya Dewletê ya hikûmeta demkî ya Talîbanê Molla Canan Saik, li ser erdhejên li welêt çêbûn, daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ji ber erdhejên duh pêk hatin 2 hezar û 53 kesan can dane û 9 hezar û 240 kes jî birîndar bûne.
Saik da zanîn ku piraniya qurbaniyan li 13 gundên navçeya Zindecanê ne û di erdhejê de 1320 xanî hilweşiyane.
Berdevkê Wezareta Rewşenbîrî û Ragihandinê Ebdulwahîd Rayan jî diyar kir ku di erdhejê de nêzî 6 gund wêran bûne, zêdeyî 2 hezar kesan can dane û bi sedan kes jî di bin xirbeyan de mane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin