Li Xezzeyê hejmara miriyan 32 hezar derbas kir
PeyamaKurd – Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê de mirin derket 32 hezar û 70î.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve li Xezzeyê hat dayîn de derbarê êrîşên ku Îsraîl 168 roj in dike de agahî hatin dayîn.
Hat diyarkirin ku di êrîşên 24 saetên dawîn de 82 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û 110 kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku ji ber êrîşan li herêmê destpê kirine hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derketiye 32 hezar û 70an û hejmara birîndaran jî derketiye 74 hezar û 298an.
Baskê çekdar ê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam, sibeha 7’ê Cotmehê di bin navê “Tofana Eqsayê” de li dijî Îsraîlê êrîşeke berfireh pêk anî. Li gorî agahiyan, di êrîşan de zêdetirî 1400 Îsraîlî hatin kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin