Li Xezzeyê hejmara miriyan gihîst 45 hezarî
PeyamaKurd – Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê da hejmara miriyan derket 44 hezar û 976an.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya Filistîne ya li Xezzeyê de derbare êrêşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li ser Xezzeyê kiribû de agahi hat dayin.
Hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn de di 5 êrîşên ku artêşa Îsraîlê li gelek deverên Şerîda Xazzeyê pêk anîn de 46 kesan jiyana xwe ji dest dan û 135 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê de hejmara kesên mirin derket 44 hezar û 976an û hejmara birîndaran jî derket 106 hezar û 759an.
Di daxuyaniyê de herwiha hate gotin ku hîn jî di bin xirbeyan û li kêleka rê de kuştî hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlê, tîmên tenduristiyê û rayedarên berevaniya sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin