Tenduristiya Xezzeyê: Hejmara miriyan gihîste 37 hezar û 337an

16 June 2024 20:15 0 dîtin
Tenduristiya Xezzeyê: Hejmara miriyan gihîste 37 hezar û 337an

PeyamaKurd - Hejmara kesên ku di şerê Îsraîl û Hemasê yê ku di 7ê Cotmeha 2023an de destpê kir de canê xwe ji dest dane, bi can ji dest dana di 24 demjimêrên dawî ya 41 kesan re gihîşte 37 hezar û 337an.

Wezareta Tenduristiye ya Filistine ya li Xezeye, di derbarê hêrişên 254 rojan ên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de daxuyaniyekê belav kir.

Di daxuyaniya wezaretê de hate destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê di 24 demjimêrên dawîn de li herêmên curbecur ên Xezeyê 3 "komkujî" pêk aniye û di van hêrişan de 41 filistînîyên din jiyana xwe ji dest dane û 102 filistînî jî birîndar bûne.

Wezaretê angaşt ku di hêrişên Îsraîlê yên li dijî Xezzeyê yên ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve 37 hezar û 337 kesan canê xwe ji dest dane û 85 hezar û 299 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya Wezaretê de her wiha hate angaştin ku hîn jî meytên kesan di bin kavilan û li kêleka rêyan mane, lê belê ji ber astengiyên Îsraîlê tîmên tenduristiyê û rayedarên berevaniya sivîl nikarin xwe bigihînin meytan.