Di bahoza li DYAyê de hejmara miriyan gihîste 18an
PeyamaKurd – Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Hejmara kesên di bagera ku li eyaletên Teksas, Oklahoma, Arkansas û Kentuckyyê canê xwe ji dest dan gihîşte 18an.
Parêzgarê Teksasê Greg Abbott di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ya li bajarê Valley Viewê diyar kir ku ji ber bahoza ku leza wê ya demjimêrekê gihîştiye nêzîkî 217 kîlometreyan, nêzîkî 100 kes birîndar bûne û zêdetirî 200 avahiyan jî ziyan wergirtiye.
Rayedaran diyar kirin ku li Arkansasê 8, li Teksasê 7, li Oklahoma 2 û li Kentucky kesekî, bi giştî 18 kesan canê xwe ji dest daye.
Parêzerê Teksasê Abbott diyar kir ku ew li bendê ne ku hejmara miriyan zêde nebe û li Teksasê tu kes winda nebe û destnîşan kir ku tîmên rizgarkirinê ji bo teqez bikin ku kes di bin kavilan de nemaye dubare lêgerînê dikin.
Li gorî malpera PowerOutage, ku qutbûna elektrîkê dişopîne, li Arkansas û Missouriyê zêdetirî 170 hezar malbat, 30 hezar malbat jî li Teksas û Oklahomayê ji ber bahoza dijwar û rewşa hewayê ya xerab, nekarin xwe bigihînin elektrîkê.
Li Kentucky rewşa awarte hat ragihandin
Parêzgarê Kentucky Andy Beshear jî di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî Xê de ragihand ku ji bo kesên ku ji şert û mercên giran ên hewayê bandor wergirtine dikaribin xwe bigihîjînin pêdiviyên pêwîst, rewşa awarte hatiye ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin