DYA: Ji ber Bahoza Heleneyê hejmara miriyan ji 90î derbaz bû
PeyamaKurd - Di Bahoza Helene ya ku li eyaleta Florîda ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ket de hejmara miriyan her ku diçe zêdetir dibe.
Bahoz her ku ber bi bakurê welêt ve diçe xeteriya mirinan bêtir bibe jî zêdetir dibe.
Hate ragihandin ku di bahoza ku li eyaletên başûr-rojhelatê welat pêk hat de hezmara miriyan ji 90î derbaz bûye.
Di bahozê de ji ber barana zêde zêdeyî 4 milyon mal û kargeh bê elektirîk man.
Hat zanîn ku li eyaletên başûr-rojhelatê welat, ji ber karesatên ku heftiya borî bi kategoriya 4an gihîşt beravên eyaleta Florîda ya DYAyê, ji ber karesatên ku çêbûne hejmara miriyan ji 90î derbaz bûye.
Bandora neyînî ya Bahoza Heleneyê ku bi leza nêzîkî 225 kîlometreyan li beravên Florîdayê xist, didome.
Rayedaran diyar kirin ku li eyaletên Karolînaya Bakur, Karolînaya Başûr, Georgia, Florîda û Virginiayê ku ba û barana ku ji ber bahozê lê bi bandor bû, hejmara miriyan ji 90î derbaz bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin