Li Xezzeyê hejmara miriyan derket 44 hezar û 708an
PeyamaKurd – Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiye ya Filîstinê ve li Xezzeyê hat dayin de derbare êrîşên 429 roj in yen Îsraîle li ser Xeta Xezzeye de agahî hatin dayîn.
Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de di “4 qetlîamên” ku artêşa Îsraîlê li gelek deverên Şerîda Xezzeyê li dar xist de 44 kesan jiyana xwe ji dest dane û 74 kes jî birîndar bûne.
Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va li ser Şerîda Xezzeyê da hejmara miriyan derket 44 hezar û 708an û hejmara birîndaran jî derket 106 hezar û 50î.
Di daxuyaniyê de herwiha hate gotin ku hîn jî di bin xirbeyan û li kêleka rê de kuştî hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlî tîmên tenduristiyê û rayedarên berevaniya sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin