Li Xezzeyê hejmara kustiyan derket 33 hezar û 91an
PeyamaKurd – Eşref el-Kudrayê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezzeyê di daxuyaniya xwe de derbarê êrîşên Îsraîlê yên 182 rojan ên li ser Xezzeyê agahî da.
Kudra diyar kir ku di 24 saetên dawîn da ji ber êrîşên hêzên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê 54 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dan û 82 Filistînî jî birîndar bûn.
Kudra diyar kir ku hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmehê vir ve li ser Şerîda Xezzeyê hatin kirin de jiyana xwe ji dest dan derket 33 hezar û 91an û destnîşan kir ku hejmara birîndaran derket 75 hezar û 750î. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Kudra tekez kir ku hê jî di bin xirbeyan û li kêleka rê de mirî hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlî, tîmên tenduristiyê û berpirsên berevaniya sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin