Li Xezzeyê hejmara bebekên ji ber sermê mirin derket 7an
PeyamaKurd – Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber şert û mercên hewaya sar ên li Xezzeyê di bin êrîşên Îsraîlê de ji ber hewaya sar qeşa girtin û mirin derket 7an.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê Xê yê UNRWAyê hat dayîn de hat diyarkirin ku li Xezzeya ku di bin êrîşên Îsraîlê de ye hewaya sar û tunebûna stargehê bû sedema mirina zarokên nû jidayikbûyî.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin li Xezzeyê 7 hezar û 700 pitik ji bo parastina canê xwe bêpar in û wiha hat gotin: "Heta îro ji ber sermayê herî kêm 7 pitik qeşa girtine."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) êrîşên artêşa Îsraîlê û derxistina Nexweşxaneya Kemal Advan şermezar kir. Hat diyarkirin ku ji Cotmeha 2024an vir ve 50 êrîş li Nexweşxaneya Kemal Advan û derdora wê hatine kirin.
Di daxuyaniyê de herwiha hat xwestin ku Midûrê Nexweşxaneya Kemal Advan Husam Ebû Safiye jî bê berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin