Li Serîda Xezzeyê hejmara kesên ji ber "birçîbûn û tîbûnê" mirin derket 23yan

09 March 2024 10:17 0 dîtin
Li Serîda Xezzeyê hejmara kesên ji ber "birçîbûn û tîbûnê" mirin derket 23yan

PeyamaKurd – Li Şerîda Xezzeyê ya ku Îsraîl bi dewamkirina êrîşên xwe yên zêdeyî 5 mehan û astengkirina hatina alîkariyê ve bû sedema "felaketeke însanî" ya mezin, hejmara kesên ji ber kêmxwarinî û tîbûnê mirin derket 23yan.

Eşref el-Qudrayê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê derbarê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî da.

Kudra diyar kir ku li Nexweşxaneya Şifayê 3 zarokên din jî ji ber kêmxwarinî û tîbûnê mirin û diyar kir ku hejmara kesên ji ber birçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest dane derket 23yan.