Hejmara rojnamegerên di êrîsên li Xezzeyê de jiyana xwe ji dest dan derket 152yan
PeyamaKurd – Ji 7ê Cotmehê û vir ve 152 rojnamegeran di êrîşên li ser Xezzeyê de jiyana xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya hikûmetê ya li Xezzeyê ve daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşa artêşa Îsraîlê de rojnamevanekî din jî jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rojnamevanê kuştî Selîm El-Şarefa ye ku di televîzyona El-Eqsayê de dixebitî û di êrîşên Îsraîlê yên di 7ê Cotmeha 2023an de destpê kiribûn de hejmara rojnamevanên ku mirin derket 152an.
Baskê çekdar ê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam, sibeha 7ê Cotmehê di bin navê “Tofana Eqsayê” de li dijî Îsraîlê êrîşeke berfireh pêk anî. Li gorî agahiyan, di êrîşan de zêdetirî 1400 Îsraîlî hatin kuştin.
Di daxuyaniya doh (20.06.2024) ya Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê de, hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de hejmara miriyan derket 37 hezar û 431an û hejmara birîndaran jî derket 85 hezar û 653an.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin