Prof. Costello: Wê hejmara miriyan 40 hezaran derbas bike

17 April 2020 19:38 0 dîtin
Prof. Costello: Wê hejmara miriyan 40 hezaran derbas bike

PeyamaKurd – Pisporekî tenduristiyê yê Brîtanî Prof. Dr. Anthony Costello ragihand ku dibe li Brîtanyayê ji vîrusa koronayê 40 hezar kes bimirin.

Anthony Costello hişyarîya metirsiyên berdewam ên Covid-19 da û hikûmeta Brîtanyayê ji sersarî û derengmayîna rêkarên li hemberî belavbûna vîrusa korona tawanbar kir.

Costello got, "Serokwezîr Boris Johnson destpêkê nexwest rênimayên tund ên wekî welatên Ewropayê pesend bike û çawa dît ku dê li Qralîyeta Yekgirtî 250 milyon mirov ji vîrusê bimirin, derî girtin.”

Profesorê Brîtanî diyar kir ku derengmayîna hikûmetê wê bibe sedema mirina bêhtirî 40 hezar kesan û dê tenê ji sedî 10-15ê serjimariya civakê pêgirî xweragirtina vîrusê bibe.

Li gorî amarên dawî, li Brîtanyayê hejmara tûşbûyan 108 hezar kesan derbas kiriye û 14 hezar 576 kes jî heta niha ji vîrusa korona mirine.