CÎHAN | Hejmara mirinên Covid-19 2 milyon û nîvan ya pêketiyan 113 milyonan derbas kir

26 February 2021 18:12 0 dîtin
CÎHAN | Hejmara mirinên Covid-19 2 milyon û nîvan ya pêketiyan 113 milyonan derbas kir

PeyamaKurd – Li seranserê cîhanê hejmara pêketîyên vîrusa koronayê ji 113 mîlyonan derbas kir û hejmara mirinan jî gihîşt 2 milyon û 521 hezaran.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 113,046,901 kes bi vîrusa korona ketine, heta niha 2,521,018 kes pê mirine û 89,203,353 kes jî baş bûne.

Hejmarên herî zêde li Amerîkayê hatine tomarkirin ku li Amerîkayê hejmara pêketîyan 28 mîlyonan derbas kiriye. Piştî Amerîkayê bi 11 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê û piştî wê jî bi 10,3 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Amerîka bi 508,307 mirinên vîrusa koronayê li cîhanê di rêza pêş de ye û li pey wê jî bi 251,498 mirinan Brezîlya tê.