CÎHAN / COVID-19 | Hejmara mirinan ber bi 3 milyonan ve diçe...

15 March 2021 01:46 0 dîtin
CÎHAN / COVID-19 | Hejmara mirinan ber bi 3 milyonan ve diçe...

PeyamaKurd – Hejmara pêketiyên vîrusa koronaya nû (COVİD-19) li seranserê cîhanê 120 milyon kesan derbas kir û herwiha li gorî amarên dawî hejmara mirinan jî ber bi 3 milyon kesan ve diçe.

Li gorî amarên dawî yên li malpera worldmetersê hatine belavkirin, hejmara giştî ya pêketinên li seranserê dinyayê gihîşt 120 milyon û 308 hezar û 940 kesan û hejmara mirinan jî bû 2 milyon û 662 hezar û 790 kes.

Herwiha li gorî heman amaran kesên ji nexweşiya Covid-19 baş bûne jî 96 milyon û 850 hezar û 703 kes in.

Tevî ku helmeta derzîkirinê li gelek welatan dest pê kiriye jî zêdebûna hejmarên pêketinan û mirinê ji koronayê kêm nebûne.

Li gorî amaran di hejmarên zêde yên pêketinan û mirinan de Amerîka serî dikişîne, piştî wê jî di zêdebûna pêketinên koronayê de bi dorê Brezîlya, Hindistan, Rûsya, Brîtanya, Fransa, Îtalya, îspanya û Tirkiye tên.