Kurdistan | 24 kes ji koronayê mirin, hejmara pêketiyan 85 hezaran derbas kir

09 November 2020 19:22 0 dîtin
Kurdistan | 24 kes ji koronayê mirin, hejmara pêketiyan 85 hezaran derbas kir

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro ya li ser rewşa dawî ya vîrusa koronayê de ragihand, di nav 24 demjimêrên borî de 900 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 24 kes jî pê mirine.

Wezaretê diyar kir ji 900 kesên bi vîrûsa koronayê ketine 303 kes li Hewlêrê, 198 kes li Silêmaniyê, 303 kes li Duhokê û 44 kes li Helebceyê, 38 kes li Germiyanê, 14 kes li Raperînê ne.

Ji 24 kesên can dane jî 2 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 2 kes li Helebce, 3 kes li Germiyan û 6 kes li Raperînê ne.

Herwiha di nav 24 demjimêran de 275 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re, hejmara pêketiyên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 85 hezar û 63 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 682 kes û heta niha 52 hezar û 771 kes jî baş bûne.