Kurdistan | Hejmara mirinan kêm bû, ya pêketiyan zêde bû...

17 January 2022 21:15 0 dîtin
Kurdistan | Hejmara mirinan kêm bû, ya pêketiyan zêde bû...

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1336 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî mirine.

Di daxuyaniya îro Duşemê ya Wezareta Tenduristiyê de hat ragihandin, di 24 demjimêrên borî de 1336 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 660 kes li Hewlêrê, 343 kes li Silêmaniyê, 287 kes li Duhokê, 8 kes li Helebceyê, 21 kes li Germiyanê û 7 kes li Raperînê ne.

Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 3 kesan can daye ku ji wan 1 kes li Hewlêrê û 2 kes li Silêmaniyê ne.

Herwiha hat eşkere kirin ku di 24 demjimêran de 128 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyan li Herêma Kurdistanê gihîşt 389901 kesan, ya mirinan bû 7166 kes û heta niha 373959 kes jî baş bûne.