Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketî û mirinan zêde dibe
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser, 5 kesên din ji koronayê mirin û 100 kes jî pê ketin.
Desteya Tendirustiyê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de, li navçeyên Rêveberiya Xweser 5 pêketiyên Covid-19 can dane ku 2 kes li Hesekê, 2 kes li Şehba û kesek jî li Kampa Holê bûye.
Herwiha di 24 saetên dawî de 100 kesên din jî bi Koronayê ketine ku 22 kes li Hesekê, 8 li Dêrik, 15 li Qamişlo, 3 li Girkê Legê, 2 li Amûdê, kesek li Rimêlan, 15 kes li Reqa, 12 li Tebqa, 5 li Minbicê, 3 li Kobanî û 14 kes jî li Şehbayê ne.
Desteya Tenduristiyê daye xuyakirin ku 23 nexweşên Koronayê jî baş bûne.
Tevî van amarên dawî li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 6 hezar 691 kesan, ya mirinan bû 183 kes û 980 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin