COVID-19 | Hejmara pêketiyan li Herêma Kurdistanê car din zêde bû

24 February 2021 19:06 0 dîtin
COVID-19 | Hejmara pêketiyan li Herêma Kurdistanê car din zêde bû

PeyamaKurd – Piştî belavbûna cûreya nû ya vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên Covid-19 zêde bû û dîsa hejmarên rojane gihîştin nêzî du sed kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro 24ê Sibatê de ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 176 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî pê mirine.

Li gorî daxuyaniyê 176 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine; 77 kes li Hewlêrê, 23 kes li Silêmaniyê, 71 kes li Duhokê û 5 kes li Germiyanê ne.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku 2 kesan li Duhokê û kesekî li Hewlêrê can daye û 77 kes jî baş bûne.

Bi van hejmarên dawî re ji destpêka pandemiya koronayê heta niha hejmara pêketiyên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 108 hezar  û 238 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 513 kes û hejmara kesên baş bûne jî gihîşt 103 hezar û 155 kesan.