Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyan û miriyan zêde dibe

30 August 2020 20:08 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyan û miriyan zêde dibe

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê ku derfetên tenduristiyên kêm in, di van demên dawî de hejmara pêketiyên koronayê û miriyan zêde dibe.

Li gorî amarên dawî yên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihandiye, 17 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, daye xuyakirin ku li bajarê Hesekê zilamekî 70 salî ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha 17 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 8 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê , 3 kes li Hesekê, kesek li Rimêlan û kesek li Amûdê û kesek jî li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kiriye ku di nav 24 demjimêran de 10 kes jî baş bûne.

Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê vîrûsa korona bi wan re hatiye tesbîtkirin, gihîşt 544 kesan ku 35 kesan jiyana xwe ji dest dane û 98 kes jî baş bûne.