Li Herêma Kurdistanê di rojekê de hejmara herî zêde ya mirinan hat tomarkirin

17 August 2020 16:30 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê di rojekê de hejmara herî zêde ya mirinan hat tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 saetên borî de 463 pêketiyên koronayê hatin tomarkirin û 24 kesan jî can daye.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ya îro 17ê Tebaxê de, hat ragihandin di encama 4,258 pişkinînên 24 saetên dawî de, li Herêma Kurdistanê 463 pêketiyên din ên koronayê hatine tomarkirin û 1,028 kes jî ji nexweşiya Covid-19 baş bûne.

Herwiha Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên borî de 24 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 10 li Hewlêrê, 5 li Silêmanî, 2 li Germiyan, 2 li Raperîn û 5 kes jî li Duhokê bûn.

Li gorî zanyariyan rewşa 35 pêketiyên vîrusa korona li Duhokê di metirsiyê de ye û 9 kes ji wan bi amûrên oksîjenê ve girêdayî ne.

Hejmara kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê bi vîrisu korona ketine, gihîşt 21,660 kesan û hejmara miriyan jî gihîşt 777 kesan.