Li Herêma Kurdistanê hejmara herî zêde hat tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 677 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin û 18 kesan jî jiyana xwe ji dest da.Li gorî amarên îro di rojekê de hejmara herî zêde ya koronayê hat tomarkirin.
Li gorî daxuyaniya îro 25ê Tebaxê ya Wezareta Tenduristiyê, di 24 demjimêrên borî de 677 kes bi vîrûsa koronayê ketin (343 kes li Hewlêrê, 91 kes li Silêmaniyê, 33 kes li Germiyanê, 194 kes li Duhokê û 16 kes li Helebceyê) û 18 kesan jî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da ku 6 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê û 5 kes jî li Duhokê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 312 kes baş bûne ku 226 kes li Hewlêrê, 27 kes li Silêmaniyê, 41 kes li Germiyanê û 18 kes jî li Helebceyê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 25929 (Hewlêr: 10606, Silêmanî: 11194, Duhok: 3325, Helebce: 804)
Mirin: 948 (Hewlêr: 345, Silêmanî: 556, Duhok: 31, Helebce: 16)
Başbûn: 15494 (Hewlêr: 6069, Silêmanî: 7762, Duhok: 942, Helebce: 804)
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin