Li Rojavayê Kurdistanê hejmara herî zêde ya rojekê hat tomarkirin
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser, di 24 saetên dawî de 5 kesan ji vîrusa koronayê can da û 95 kesên din jî pê ketin ku ev hejmara herî zêde ya rojekê ye.
Desteya Tenduristiyê ya li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ragihand, di 24 saetên borî de, 95 kesên din bi koronayê ketine 5 kes jî pê mirine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê li Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistafa da xuyakirin, 5 kesên can dane 2 kes li Qamişlo, kesek li Hesekê û du kesên din jî li Tebqa û Girkê Legê ne.
Desteya Tenduristiyê diyar kiriye ku 13 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Tevî van amarên dawî yên Desteya Tenduristiya Rojavayê Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyan gihîşt 2,446 kesan û hejmara mirina jî bû 84 kes.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin