Kurdistan | Hejmara pêketin û mirinên ji koronayê kêm bû

14 May 2021 17:55 0 dîtin
Kurdistan | Hejmara pêketin û mirinên ji koronayê kêm bû

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir. Li gorî amarên dawî hejmara pêketinan li Herêma Kurdistanê her diçe kêmtir dibe.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di nav 24 saetên borî de 353 kesên din bi vîrusa korona (Covid-19) ketin û 7 kesan jî can da.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan li Herêma Kurdistanê gihîşt 159 hezar û 890 kesan,  ya mirinan bû 4 hezar û 144 kes û heta niha 141 hezar û 321 nexweşên korona jî baş bûne.