Kurdistan | Hejmara wefat û pêketinên koronayê gelekî kêm bû

15 December 2020 17:43 0 dîtin
Kurdistan | Hejmara wefat û pêketinên koronayê gelekî kêm bû

PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketin û mirinên koronayê her kêm dibe. Di 24 saetên borî de 3 kesan ji ber nexweşiya koronayê can da û 222 kes jî pê ketin.

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de, 3 kes ji ber nexweşiya koronayê mirine û 222 kesên din jî pê ketine.

Herwiha hat diyarkirin ku 320 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van hejmarên dawî re hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 100 hezar û 719 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 303 kes û heta niha 65 hezar û 283 kes jî baş bûne.