Kurdistan | 1307 pêketinên nû û 7 wefatên ji koronayê hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên rewşa 24 demjimêrên borî yên vîrusa koronayê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya îro 15ê Tîrmehê ya Wezareta Tenduristiyê, 1307 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin û 7 kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Herwiha hat eşkere kirin ku 828 nexweşên koronayê jî li seranserê Herêma Kurdistanê baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan gihîşt 200 hezar û 48 kesan, ya mirinan bû 4 hezar û 560 kes û heta niha 183 hezar û 989 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin