Kurdistan | 1921 pêketiyên nû û 21 wefatên koronayê hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 1921 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 21 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Çarşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1921 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 512 kes li Hewlêrê, 706 kes li Silêmaniyê, 504 kes li Duhokê, 45 kes li Helebceyê, 129 kes li Germiyanê û 25 kes li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 21 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2440 kes ji nexweşiya vîrusa korona rizgar bûne ku ji wan 413 kes li Hewlêrê, 920 kes li Silêmaniyê, 987 kes li Duhokê, 25 kes li Helebceyê, 56 kes li Germiyanê û 39 kes li Raperînê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 284650 kesan, ya mirinan bû 5283 kes û heta niha 237061 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin