Kurdistan | 640 pêketiyên nû û 6 wefatên ji koronayê hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên borî yên rewşa dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya wezaretê ya îro Duşemê di nav 24 demjimêrên borê de 640 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kes jî pê mirine.
Wezareta Tendurustiyê eşkere kir; kesên bi vîrusa koronayê ketine 121 kes li Hewlêrê, 233 kes li Silêmaniyê û 223 kes li Duhokê, 54 li Germiyanê û 9 kes li Raperînê ne.
6 kesên can dane jî 2 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne û 650 kes jî ji vîrusê rizgar bûne û baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan ji destpêkê heta niha gihîşt 170094 kesan, ya mirinan bû 4275 kes û heta niha 156364 nexweşên korona jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin