Kurdistan | 223 pêketiyên nû û 8 wefatên bi koronayê hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 223 kesên din bi koronayê ketin û 8 kesan jî can da.
Wezareta Tenduristiya Kurdistanê di daxuyaniya rewşa dawî ya vîrusa koronayê ya 22yê Adarê de ragihand, di nav 24 saetên borî de 223 kes bi koronayê ketine û 8 kesan jî wefat kiriye.
Wezaretê herwiha diyar kir ku 189 nexweşên koronayê di 24 saetên dawî de baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 115 hezar û 884 kesan, ya mirinan bû 3 hezar 606 kes û heta niha 107 hezar û 28 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin