Kurdistan | 3172 pêketiyên nû û 24 wefatên ji koronayê hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 3172 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 24 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 3172 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 785 kes li Hewlêrê, 825 kes li Silêmaniyê, 1442 kes li Duhokê, 39 kes li Helebceyê, 84 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 24 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 8 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 8 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê û 1 kes li Germiyanê ye.
Hirweha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 749 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 308 kes li Hewlêrê, 219 kes li Silêmaniyê, 178 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 31 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ye.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 244051 kesan, heta niha 4858 mirine û bi giştî 202729 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin