Kurdistan | 599 pêketiyên nû û 6 wefatên koronayê hatin tomarkirin

24 June 2021 19:24 0 dîtin
Kurdistan | 599 pêketiyên nû û 6 wefatên koronayê hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 599 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan jî can daye.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Pêncşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 599 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 132 kes li Hewlêrê, 206 kes li Silêmaniyê, 213 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 46 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan jiyana xwe ji dest daye ku 1 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 480 kes ji nexweşiyê baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 182267 kesan, ya mirinan bû 4439 kes û heta niha 170577 nexweş jî baş bûne.