Kurdistan | 12 wefatên koronayê û 856 pêketiyên nû hatin tomarkirin

06 April 2021 18:06 0 dîtin
Kurdistan | 12 wefatên koronayê û 856 pêketiyên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 856 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan jî can daye.

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir; 856 kesên bi vîrûsa koronayê ketine 121 kes li Hewlêrê, 208 kes li Silêmaniyê, 456 kes li Duhokê, 1 kes li Helebce û 7 kes li Germiyanê ne.

Herwiha 12 pêketiyên can dane jî 2 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê û 7 kes li Duhokê ne û di 24 demjimêran de 432 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan li Herêma Kurdistanê gihîşt 127047 kesan, ya mirinan bû 3743 kes û hejmara başbûyan jî gihîşt 111926 kesan.