Li Herêma Kurdistanê 17 wefatên din ên ji koronayê hatin tomarkirin

16 November 2021 19:40 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê 17 wefatên din ên ji koronayê hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên borî yên rewşa dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya îro 16ê Mijdarê ya Wezareta Tenduristiyê di nav 24 demjimêrên borê de 446 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kesan jî ji ber koronayê wefat kiriye.

Herwiha wezaretê daye xuyakirin ku di 24 demjimêran de 456 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistan^ehejmara pêketinên koronayê bi giştî gihîşt 370186 kesan, ya mirina bû 6702 kes û heta niha 355905 nexweş jî baş bûne.