Li Herêma Kurdistanê 9 haletên din cûreya nû ya vîrusa koronayê hatin tomarkirin

22 February 2021 16:15 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê 9 haletên din cûreya nû ya vîrusa koronayê hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî eşkere kir ku 9 kesên din bi cûreya nû ya vîrusa koronayê ketine û ew di civîna îro ya Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê de hin pêşniyaz û daxwazan pêşkêş dikin.

Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî got, ew di civîna îro ya Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê de hin pêşniyaz û daxwazan pêşkêş dikin û da xuyakirin, ew ji niha ve hewl didin rêkarên xweparêziyê ligel jiyana xelkê biguncînin, ji bo bikarin rewşê kontrol bikin û rê nedin ev vîrûs zêde belav bibe.

Dr. Saman Berzincî bal kişand ser ku heger vîrûs zêde belav bibe, ew ê rêkarên xweparastinê jî girantir bikin û got: “Îro 9 haletên nû yên pêketina cûreya nû ya Koronayê hatin tomarkirin. Dibe ku haletên din jî hebin, lê nehatine piştrastkirin.”

Wezîrê Tenduristiyê li ser belavbûna cûreya nû ya Koronayê û metirsiya wê li ser xwendekarên li dibistanan got: “Rast e dibistan hatine vekirin, lê heta niha rewş li dibistanan ne xirab e.”