Li Herêma Kurdistanê 33 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan

21 August 2021 16:57 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê 33 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê, di 24 saetên borî de 722 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 33 kesan jî can dan.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn; di 24 saetên borî de 722 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 254 kes li Hewlêrê, 115 kes li Silêmaniyê, 316 kes li Duhokê, 20 kes li Helebceyê û 17 kes li Raperînê ne.

Herwiha destnîşan kir, di nav 24 saetan de 33 kesan can dane, ji wan 13 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 10 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 seatan de 2044 kes ji vê nexweşiyê baş bûne.

Amarên giştî: Pêketin: 277305, Mirin: 5200, Başbûn: 227750

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye