Herêma Kurdistanê: 1 hezar û 52 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê 1 hezar û 52 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.
Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke diyar kir, di 24 saetên borî de li Herêma Kurdistanê hezar û 52 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û bi giştî jî heta niha li Herêma Kurdistanê 251 hezar û 78 kes bi vîrusa Koronayê ketin.
Herwiha li gor heman daxuyaniyê di 24 saetên borî de 11 kesên din ên pêketiyên vîrusa Koronayê can dane û bi giştî jî heta niha 4 hezar û 911 kesên pêketiyên vîrusa Koronayê can dane.
Li gor Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta niha 204 hezar û 875 pêketiyên vîrusa Koronayê jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin