Li Herêma Kurdistanê 860 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di 24 saetên borî de 860 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 26 kesan jî can dan.
Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustiyê, di 24 saetên borî de 860 kes bi vîrûsa Koronayê ketin, 330 kes li Hewlêrê, 109 kes li Silêmaniyê, 28 kes li Germiyanê, 383 kes li Duhokê û 10 kes li Helebceyê ne.
Herwiha hat destnîşankirin, 26 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 11 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê ne. Hejmara kesên ji vîrusê baş bûne gihîşt 454 kesan.
Amarên giştî: Pêketin: 68044, Mirin: 2289, Başbûn: 39661

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin